-         Bilind îbrahîm Nasir, akincîyê bajarê Duokê ye.

-         Malbata wî li devara Şingalê dima. Di sala 1974 ji sedemên têkilên wan bi hêzên şoreşê neçar dibin koçber bibin ji layê rijêma berê ya Êraqê.

-         Li sala 1975 hatin berev Duhoka rengên ve dihên.

-         Li sala 1977 her li bajarê Duhokê Hunermend Bilind Îbrahîn dihêt ser dunyayê.

-         Li sala 1983 dibîte destpêka xwandina wî ya seretayî.

-         Li sala 1989 jî li Xwandingeha BIZAV her li bajarê Duhokê dest bi xwandina navicî diket.

-         Li sala 1992 ta 1997 li Peymangeha Hunerên Ciwan – pişka mûzîkê, xwe fêrî aletê Kemanê diket.

-         Li sala 1997 dibîte mamostayek jêhatî yê Peymangeha Hunerên Ciwan- pişka mûzîkê.

 


 

-         Li sala 1986 yekemîn stiran ya Hunermendê nemir Mihemed Şêxo li kenalê Televizyona Kerkukê wedigêrît ligel aletê temburê.

-         Li sala 1988 çalakîyên Qotabxana, pişka mûzîkê û dest bi fêrbuna aletê kemanê kirîye liser destê Mamostayan Welid Xalid û Nihad Xalid.

-         Li sala 1989 bi amadekirina parçeyek mûzîkê bejdarîyê di Fîstîvala (Qûtrî) diket ya ku li bajarê hewlêrê dihêt gêran.

-         Li sala 1991 ligel Tîpa mûzîkê ya bi navê Pişeng bejdarî di çendîn ahengan da kirîye wek stiranbêj.

-         Li sala 1993 ligel Tîpa Ruhad ya Hunerî kar kirîye.

-         Li sala 1992 – 1997 bejdarî di hemî Fîstîvalên Peymangeha Hunerî kirîye, wek stiranbêj û Mûzîkjen.

-         Li sala  1994 bi harîkarîya Mamostayê xwe Muhemmed Omerî yekemîn stirana xwe ya bi navê ( Bala Bala) tomar diket. Awaz yên Muhemmed Omerî û peyv yên Hişyar Muhemmed Hisên bun, û bo yekem car di kenalên navxoyî yê KTV-Duhok dihêt belavkirin.

-         Li sala 1998 yekemîn berhemê wï di kasêtê da tomar dibît yê bi navê (Evînî). Ev berheme ji awazên Mamosta Muhemmed Omer û wî bixwe pêkhatî bu.

-         Li sala 2000 stirana bi navê (Dêm û bejno bala te) ligel grupa mûzîkî ya Peymangeha Hunerên ciwan – Duhok di KurdistanTV da dihêt wergêran.

-         Li sala 2002 berhemê duwê yê bi navê ( Hêlîna Zêrîn), ji awazên Bilind îbrahîm ket bazarî.

-         Stiranek gelêrî bi karesata 1:î Şowatê gotîye.

-         Stiranek fulklorî  ya devera Şingalê bo Kurdên Êzidê ligel Tîpa (Şarîya) bi şêweyekê modern berhev kirîye.

-         Sridek ya bi navê ( Paytexta min) li demë helbijartinên herêma Kurdistanê û çespandina fidralîyê bo Kurdan berhev kirîye.

-         Berhemê wî yê dawîyê ji dervey Welatî yê bi navê ( Were Perî) hat tomarkirin.

-         Wênekirina Klîpa dawîyê ya 2006:ê ya bi navê ( Seyranên Cana) tomarkir.

-         Wênekirina Klîpa dawîyê ya 2006:ê ya bi navê ( Tomi Temen) tomarkir. ji laye Company Avafilm U Nudem derhenner Hozan Mohemed

-         Wênekirina Klîpa dawîyê ya 2008:ê ya bi navê ( Geryanek) tomarkir. ji laye Kanele Vintve derhenner Adli Akery